Li Amedê 7 zarok bi koronayê ketine

20 April 2020 12:30 0 dîtin
Li Amedê 7 zarok bi koronayê ketine

PeyamaKurd - Li Amedê 157 kesên bi Koronayê ketine li nexweşxaneyan hatine razandin, ku 7 ji wan zarok in û rewşa 33 kesan ji wan îtensîf e.

Li Nexweşxaneyên Perwerde û Lêkolînê ya Amedê û Zanîngeha Dîcle ya bajarê Ameda bakurê Kurdistanê 157 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine hatine razandin ku 7 ji wan zarok in. Rewşa 33 ji wan kesên bi vîrûsê ketine întensîf e.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Bijîşkekî Pispor ji Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Amedê got, li nexweşxaneya wan 112 kesên bi Koronayê ketine hatine razandin û rewşa 19an ji wan întensîf e Herwiha li bajarê Amedê heta niha 23 kesan bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daneyên fermî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 2 hezar û 17 kesan bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane û 86 hezar û 306 kes bi wê vîrusê ketine.

Tirkiye piştî welatên Amerîka, Spanya, Îtalya, Fransa, Almanya û Brîtanyayê heftemîn welatê cîhanê ye ku herî zêde xelk lê bi vîrûsa koronayê ketine û di hejmara pêketiyan de li pêş Çîn û Îranê ketiye.