Li Amedê 153 zarokên bi korona ketine li nexwesxaneyê razandî ne
PeyamaKurd - Serokê pizîşkên Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê Dr. Semîh Canpolat ragihand ku 153 zarokên nexweşên vîrusa koronayê niha li nexweşxaneya wan têne dermankirin ku rewşa hinek ji wan zarokan jî giran e. Herwiha hat diyarkirin ku kesên ji koronayê li nexweşxaneyên Diyarbekirê hatine razandin, derziya koronayê jî li xwe nedane.
Dr. Semîh Canpolat gotiye, “Rêjeya pêketina koronayê ya zarokên malbatên wan derzî li xwe nedane zêde bûye. Di meha Tebaxê de ji 1402 zarokên ku hatine nexweşxaneya me testa 466an pozîtîf derket. Gelek ji wan piştî dermankirinê ji bo malê hatin şandin. Niha 72 kes li klînîkê û 82 jî li beşa nexweşên giran in ku bi tevayî 153 zarok ji ber koronayê li nexweşxaneya me têne dermankirin.”
Semîh Canpolat diyar kiriye, ji bilî mezinan di laşên zarokan de jî îltihaba (enfeksîyon) koronayê tê dîtin û hejmara zarokên li nexweşxaneyan têne razandin zêde dibin.
Canpolat daye zanîn: “Piraniya malbatên zarokên têne nexweşxaneyê derzî li xwe nedane. Malbat hinek tiştan li ser gotegotan dizanin. Bi giştî di nav zarokan de pirsgirêkên me hene. Em behsa girîngiya şîrê dayikê ya sala yekem dikin. Zanyariyeke zelal tine ku pêwendiya vaksîn û şîrê dayikê bi hev re hebe. Lê pêşniyaza me û pispora ew e; feyde û xisara wê li ber çav bigrin û vaksînê werbigrin. Bila gelê me guhê xwe zêdetir bide pisporan. Li nexweşxaneya me hîç zarokek entube nebû, lê yên di beşa nexweşên giran de man hebûn. Niha bo zarokên 12 salî jî mafê vaksînê hat qebûlkirin. Me li nexweşxaneya xwe jî ev bername da destpêkirin. Em hişyariyê didin malbata ku ji ber parastina zarokan derziyê li xwe û zarokên xwe bidin.”
Li gorî amaran kesên ku ji lêdana derziya koronayê direvin, gelek ji wan jinên ducanî û şîr didin bebekên xwe ne ku nexweşiyê giran derbas dikin û heta dibe sedema mirina wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin