Li Amedê 2 karmendên tenduristiyê bi koronayê ketine

04 April 2020 17:10 0 dîtin
Li Amedê 2 karmendên tenduristiyê bi koronayê ketine

PeyamaKurd - Li Amedê 2 xebatkarên li navenda tenduristiyê dixebitin bi koronayê ketin. Pirsgirêkên kêm ên ekîpmanên parastinê dewam dikin û xebatkarên tenduristiyê neçar in ku bi kêm ekipman bixebitin. Ev jî dibe sedem ku nexweş bikevin û û jiyana wan bikeve talûkê. 

Nivîskar Ozgur Amed, li ser hesabê xweyê Twîtterê ragihand û wiha  got: “Xwişka min û hevjînê wê bi koronayê ketin. Testa wan pozîtîf derket. Her du jî di qada tenduristiyê de dixebitin û heya niha neçar man ku biçin karê xwe. Niha nikare zaroka xwe ya yeksalî bigire ba xwe û şîr bidiyê. Gelo wê wezareta tenduristiyê şîr bidiyê, yan jî ez îbanê bişînim?”

Ozgur Amed derbarê wê yekê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Amed, diyar kir ku  tedawiya xwişka wî û zavayê wî dewam dike û niha di karantînayê de ne. Amed, da zanîn ku nexweşiyên kronîk ên zavayî wî hene û wiha got:

“Ji ber vê yekê zavayê min pir zehmetiyê dikêşe. Lê dîsa jî dixwazin li malê bên dermankirin. Ger nexweşiya wan zêde bibe wê rakin nexweşxanê. Rewş gehiştiye asta gotinên ajokarê qemyonê gotine. Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi vîrûsê ketin pir zêdeye, lê bergiriyên têr tuneye. Weke ku tê dîtin, emê hemû bi awayekkê bi vê vîrûsê bikevin. Ji ber ku mirov dixebitin û bergirî tuneye.”