Kurdistan | 75 doktor û karmendên tenduristiyê bi koronayê can dan

28 April 2021 16:30 0 dîtin
Kurdistan | 75 doktor û karmendên tenduristiyê bi koronayê can dan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji destpêka pandemiya koronayê heta niha ango di nav salek û du mehan de, li Herêma Kurdistanê 75 pizîşk û karmendên tenduristiyê ji ber koronayê can dane.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewîzî ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, “Di dema 13 meh û 26 rojên derbasbûyî de, zêdetirî 3 hezar û 800 pizîşk û karmendên tenduristiyê li herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine û ji wan 75 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.”

Li gorî amarên dawî ji 1ê Adara 2020an ve li Herêma Kurdistanê 148 hezar û 109 kes bi koronayê ketine, 124 hezar û 628 kes baş bûne û 3 hezar û 989 kes jî pê mirine.