Li Çewligê 3 doktor û zêdetirî 80 karmendên tenduristiyê bi koronayê ketin
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan tevî 3 bijîşkên berê bi koronayê ketibûn, niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê herî kêm 80 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha di van rojên dawîn de, car din li navend û navçeyên Çewligê, hejmara pêketiyên vîrûsa korona zêde bûne û hejmara pêketiyên xebatkarên tenduristiyê jî gihîştiye nêzî esd kesan.
Li gorî zanyariyên ji bajarê Çewligê piştî 3 bijîşkên berê bi koronayê ketibûn, niha hejmara pêketiyên ji xebatkarên tenduristiyê ji 80 kesan derbas kiriye.
Herwiha hişyarî tê dayîn ku cî di nexweşxaneyan de nemîne û rewş hîn xirabtir bibe.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi taybet piştî 1ê Hezîranê ku tedbîrên koronayê li seranserê Tirkiyê hatin sistkirin, li bajarê Bakurê Kurdistanê yên wekî Mêrdîn, Amed, Batman, Semsûr, Riha û Wanê hejmara tûşbûyên koronayê gelekî zêde bûye û fişareke zêde li ser sektora tenduristiyê çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin