Li Îranê krîza tenduristiyê: Doktor û perester koçî derve dikin

22 July 2024 19:20 0 dîtin
Li Îranê krîza tenduristiyê: Doktor û perester koçî derve dikin

PeyamaKurd – Hate ragihandin, mehane nêzî 200 perestar koçî derveyî welêt dikin û got: “Sedemên sereke yên koça perestar û bijîşkên Îranê pirsgirêkên aborî û rewşa xirab a kar e.” Li gorî amaran di sala 2022yan de 6.500 bijîşkên Îranê koçî derveyî welêt kirine.

Endamê Encûmena Bilind a Rêkxistina Perestaran a Îranê Fereydûn Muradî ragihand, mehane 150 heta 200 perestar bi sedema pirsgirêkên aborî koçî derveyî welêt dikin.

Muradî got: “Yek ji daxwaziyên sereke yên perestaran pirsgirêka mûçeyê ya perestaran e, ji mêj e mûçeya mehane nehatiye dayîn, ji bilî vê jî hevkarî û hêsaniyên pêdivî pêşkeşî texa perestaran nayên kirin”. 

Rojnameya Ferhîxtigan a Îranê di raporeke xwe ya meha Hezîrana 2022yan de eşkere kiriye, 6 hezar û 500 bijîşk, di nava wan de 2 hezar û 300 bijîşkên pispor koçî derveyî welat kirine ku ev rêje %30 zêdetir e ji asta navîn ya hatina bijîşkan bo navxweya Îranê.

Wezîrê Rewşenbîrî û Îrşada Îslamî ya Îranê Seyîd Riza Salihî Amirî gotiye, li gor lêkolînên dawîn, meyla koçberiyê di sala 2022yan de gihîştiye %67 ku ew jî tê wateya 48 milyon kes li Îranê dixwazin koç bikin.