Li Diyarbekirê 7 doktor û karmendên tenduristiyê ji koronayê can dan

07 September 2020 17:11 0 dîtin
Li Diyarbekirê 7 doktor û karmendên tenduristiyê ji koronayê can dan

PeyamaKurd - Platforma Tenduristiyê ya Diyarbekirê ragihand, li bajêr 7 doktor û karmendên tenduristiyê heta niha ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane.  

Platforma Tenduristiyê piştî wefata Dr. Mehmet Kan ji vîrusa koronayê derbarê rewşa karmendên tenduristiyê û xeteriya rûbirûyî dibin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de Seroka Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê Dr. Elîf Turan ragihand, li Diyarbekirê heta niha 7 xebatkarên tenduristiyê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û sedema herî mezin a pêketina nexweşiyê jî ew e ku ekîpmanên xweparastin û teddîran tune ne.

Tûran diyar kir, ew ji ber mirina hevalên xwe gelek bi hêrs û xemgîn in û daxwaza başkirina rewşa xebatkarên tenduristiyê li hikûmetê kir.