Li Diyarbekirê 660 karmendên tenduristiyê bi koronayê ketine

14 September 2020 20:22 0 dîtin
Li Diyarbekirê 660 karmendên tenduristiyê bi koronayê ketine

PeyamaKurd - Platforma Tenduristiyê ya Diyarbekirê ragihand ku heta 14ê îlonê li Diyarbekirê 660 karmend û xebatkarên tenduristiyê bi vîrusa koronayê ketine.  

Platforma Tenduristiyê li ser twitterê agahiyên rojane yên derbarê vîrûsa koranyê de belav kirin.

Li gorî amarên hatine parvekirin, heta 14ê îlonê 660 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketine ku herî zêde perestar û ebe ne û 7 karmendên tenduristiyê jî li Diyarbekirê jiyana xwe ji dest dane.  

Amarên hatine belavkirin wiha ne:

174 bijîşk/diransaz, alîkerekî klînîka hekîmtiya diransaziyê, 243 hemşîre/ebe, 16 paramedik/ATT, 80 personel, 33 teknîker, 11 wezîfedarên otomasyonê, 13 wezîfekarên ewlekariyê, 15 karmend, 8 laborant, 2 midûr, 8 şifêr, aşpêjek, 36 sekreter, raportorek, 2 portor, 2 pisporên xizmeta civakî, 4 psîkolog, pisporek pêşketina zarokan, dermanfiroşek û fîzyoterapîstek.