Li Diyarbekirê 430 karmendên tenduristiyê bi koronayê ketin

18 August 2020 19:45 0 dîtin
Li Diyarbekirê 430 karmendên tenduristiyê bi koronayê ketin

PeyamaKurd – Seroka şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) ya Diyarbekirê Yildiz Okorak, ragihand ku heta niha 430 kedkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketine û ji alavên xweparastinê yên bi kalîte jî bêpar hatine hiştin.

Şaxa SESê ya Diyarbekirê bi çalakiyekê xebatkarê tenduristiyê Abdulhalik Gunduz ê ku ji koronayê can dabû bibîr anî.

Karmendên tenduristiyê ji bo Gunduz û hemû xizmetkarên tenduristiyê yên bi koronayê jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn.

Seroka Şaxa SESê ya Diyarbekirê Amedê Yildiz Okorak ragihand, heta niha 430 xizmetkarên tenduristiyê bi vîrûsa korona ketine û ekîpmanên parastinê bê qalîte ne û xizmetkarên tenduristiyê nayên parastin.

Okorak herwiha diyar kir: "Beriya pêvajoya 1ê hezîranê 90 xizmetkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketibûn. Lê piştî 1ê hezîranê hêjmar gihîşt 430 kesan. Xizmetkarên tenduristiyê baş nayên parastin. Ji ber ekipmanên parastinê têr nakin xizmetkarên tenduristiyê bi Covid-19ê dikevin. Wezareta Tenduristiyê amarên rastî ji gel vedişêre. Ev yek dibe sedem ku civak asayî û rehet tevbigere. Her ku şewb zêde dibe karê karmendên tenduristiyê jî zêde dibe. Ji ber vê yekê bêtir bi nexweşan re dikeve temasê. Hem kar zêde dibe, hem ekîpmanên parastinê bê kalîte ne. Hêjmara xizmetkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa korona ketine piştî 1ê hezîranê ji 90 kesan derket 430 kesan. Sedema vê yekê ne ku mirov zêde derketin kolanê ye. Sedema vê yekê parastinek baş nehatiye kirin û xizmetkarên tenduristiyê bêhtir bi nexweşan re ketine temasê.”