Di 19 rojan de 176 karmendên tenduristiyê bi koronayê ketin

02 September 2020 20:50 0 dîtin
Di 19 rojan de 176 karmendên tenduristiyê bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Desteya Rêveberiya Odeya Tabîban (ATO) ya paytexta Tirkiye Enqereyê ragihand ku di nav 19 rojên dawî de, tenê li nav bajarê Enqereyê 176 xizmetkarên tenduristiyê bi koronayê  ketine.  

Desteya Rêveberiya Odeya Tabîban (ATO) a Enqerê, diyar kir, heta 2yê Îlonê bi tevahî 693 karmendên tenduristiyê li nav bajarê Enqerê bi Covid-19 ketine.

ATO da xuyakirin ku di 19 rojên dawî de jî 176 xizmetkarên tenduristiyê bi koronayê ketine ku herî dawî 14ê Tebaxê ragihandibû ku 517 karmendên tenduristiyê bi vîrusê ketine.

Hêjayî gotinê ye, di van rojên dawî de li Tirkiyê bi zêdebûna belavbûna koronayê re, karmendên tenduristiyê û bijîşk demên pir zehmet dijîn û rojane nûçeyên mirina wan têne belavkirin.