Li Silêmaniyê zêdetirî 300 karmendên tenduristiyê bi koronayê ketine
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Silêmaniyê zêdetirî 300 karmendên tenduristiyê bi vîrusa koronayê ketine ku ev bûye pirsgirêkeke mezin di pêşwazîkirina nexweşên koronayê de.
Rêvebirê Şaxa Taqîgehan li Silêmaniyê Mazin Firyad ku bixwe bi vîrusa koronayê ketiye û hê jî li ser karê xwe ye ji K24ê re gotiye: “Ez bi vîrusa koronayê ketime, lê ji ber kêmbûna hejmara bijîşk û karmendan, em neçar in dewam bikin û kar bikin.”
Li gorî amarên destpêkê yên Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê, zêdetirî 300 karmendên tenduristiyê bi vîrusa koronayê ketine ku ev bûye sedema metirsîyeke cidî li ser sektora tenduristiyê.
Herwiha metirsî heye bi zêdebûna hejmara pêketina karmendên tenduristiyê re dermankirina pêketiyên koronayê bikeve rewşeke ne asayî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin