Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 326 bijîsk û karmendên tenduristiyê ji koronayê mirin

04 January 2021 19:34 0 dîtin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 326 bijîsk û karmendên tenduristiyê ji koronayê mirin

PeyamaKurd - Yekîtiya Hekîmên Tirkiyê (TTB) ragihand, heta niha ji ber vîrusa koronayê 326 bijîşk û karmendên tenduristiyê li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê can dane.

TTB da zanîn ku di nav yek roja derbasbûyî de jî 5 karmend û xebatkarên din ên tenduristiyê ji koronayê can dane..

Li gorî daxuyaniya TTBê, herî dawî di rojekê de 5 xebatkarên din ên tenduristiyê ji ber koronayê mirine ku ev in:

Li Mêrsînê Pisporê Neştergeriya Giştî Dr. Dogan Yildirim, li Izmîrê Pisporê Onkolojiya Tibbî Prof. Dr. A. Ugur Yilmaz, li Kayserî Fermanberê Tendirûstiyê Oguzhan Ozkan, li Çorluyê Dermansaz Halit Usluel û li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê Dermansaz Mehmet Çinpolat

TTB herwiha ragihand ku heta niha hejmara mirinên ji koronayê yên karmendên tenduristiyê û bijîşkan gihîştiye 326 kesan.