Li Diyarbekir zêdetirî 2 hezar karmendên tenduristiyê bi korona ketine
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê ji aliyê Platforma Tenduristiyê ve li ber Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl çalakiyeke bîranîna karmendên tenduristiyê yên ji koronayê can dane hat lidarxistin.
Di çalakiya ku karmendên tenduristiyê beşdarî kirin de, Seroka Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê Elîf Tûran ragihand ku hema bêje rojane xebatkerên tenduristiyê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest didin û thefteya borî 3 jî karmendên tenduristiyê li Diyarbekirê ji Covid-19 mirine.
Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şaxê Diyarbekirê Şiyar Guldîken jî bal kişand ser ku berpirsiyarê mirinan hikumet û rêveber in û eşkere kir ku li Diyarbekirê 14 hezar xebatkarên tenduristiyê hene û heta niha ji 2 hezarî zêdetir ji wan xebatkarên tenduristiyê bi vîrusa koronayê ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin