Li Diyarbekirê di du hefteyan de 130 karmendên tenduristiyê bi Korona ketin

25 August 2020 11:25 0 dîtin
Li Diyarbekirê di du hefteyan de 130 karmendên tenduristiyê bi Korona ketin

PeyamaKurd – Di demen dawî de, li Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê dikevin her diçe zêdetir dibe. Li Diyarbekirê, di 2 hefteyan de 130 xebatkarên din ên tendirustiyê bi vîrusa Koronayê ketin û heta niha hejmara yên bi wê vîrûsê ketine gihîştiye 476 karmendan.

Li gor amarên dawî yên Platforma Tendirustiyê ya Diyarbekirê di derbarê xebatkarên tendirustiyê yên heta niha bi Koronayê ketine, heta 6ê Tebaxê ku hejmara karmend an fermanberên tendirustiyê yên bi Koronayê ketine 346 kes bû, di du hefteyên dawî de 130 xebatkarên din ên tendirustiyê bi wê vîrûsê ketine û hejmar gihîştiye 476 kesan.

Li gor tabloyê, heta niha 121 pizîşk/pizîşkên diranan, 1 cîgirê pizîşkê diranan, 188 perestyar, 14 paramedîk/ATT, 58 karmend, 11 xebatkarên otomasyonê, 9 karmendên ewlehiyê, 8 fermanber, 2 fermanberên îdarî, 2 şofêr, 1 aşpêj, 19 sekreter, 1 raportor, 1 portor, 2 pisporên xizmeta civakî, 2 pisporên pêşdeçûna zarokan bi giştî 476 kes bi vîrûsa Koronayê ketine.

Herwiha navê karmend, xebatkarên tendirustiyê yên ji vê vîrusê can dane jî hatin parvekirin. Teknîsyenê Tendirûstiya Derdorê Cuma Kurt, Karmendê Teknîkî Murat Kaymak, Pizîşk Halil Yucel Kutun, Teknîkerê Dermanxaneyê Ridvan Dolan û Karmendê Xwaringehê Abdulhaluk Gûndûz.

Li gor Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, heta niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 259 hezar 692 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wê hejmarê 6 hezar û 139 kesan canê xwe ji dest dane, 237 hezar û 908 kes baş bûne û 796 nexweş jî di jêr çavdêriya hûr de ne.

Lê li gor odeyên pizîşkan ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara pêketî û miriyan gelekî zêdetir e lê wezaret eşkere nake.