DTO: Li Diyarbekirê 54 karmendên tenduristiyê bi korona ketine
PeyamaKurd - Odeya Bijîşkên Diyarbekirê (DTO) ragihand ku heta niha li nexweşxaneyên bajêr 54 karmendên tenduristiyê bi vîrûsa korona ketine.
DTOyê da xuyakirin, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi giştî encamên testên 54 karmendên tenduristiyê pozîtîf derketine.
DTOyê ji berpirsan xwest ku tedbîrên pêwîst werbigrin ji bo parastina karmendên kerta tenduristiyê ku li eniyên pêş ên şerê rûbirûbûna koronayê de dixebitin.
Li gor amarên fermî yên Wezareta Tenduristiya Tirkiyê, 110 hezar û 130 kes bi vîrûsa koronayê ketine û 2 hezar û 805 kesan jî pê can daye.
Li bajarê Diyarbekirê jî tevî navçeyan heta niha bêhtirî 20 kesan ji koronayê can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin