Li Amedê jinek ji aliyê hevalê xwe yê efserê leskeriyê ve hat kustin

22 March 2020 21:10 0 dîtin
Li Amedê jinek ji aliyê hevalê xwe yê efserê leskeriyê ve hat kustin

PeyamaKurd - Li navçeya Peyasê ya bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê jineke bi navê Dîlek Kaya, ji aliyê hevalê xwe yê ku efserekî leşkeriyê ye ve hat kuştin. 

Dilek Kaya li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û termê wê bo nexweşxaneya Selahattîn Eyûbî ya Amedê hat şandin.

Hat zanîn ku beriya niha jî xwişka wê Mutlu Kaya jî ji aliyê zilamekî ve hatiye kuştin.

Kesê ku ew kuştiye efserekî bi navê Y.Ç. li Fermandariya 8emîn a Barageha Jetan a Diyarbekirê peywirdar e. Piştî bûyerê qatil hat binçavkirin.