Jinek li Ûrmiyê ji aliyê malbata xwe vê hat kustin û sewitandin

06 February 2021 17:30 0 dîtin
Jinek li Ûrmiyê ji aliyê malbata xwe vê hat kustin û sewitandin

PeyamaKurd – Jinek li devera Soma ya Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê malbata xwe ve hat kuştin û şewitandin.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, roja 3yê vê mehê, li gundê Gengeçînê li devera Soma ya Ûrmiyê, jinek bi navê Işret Nîkxuyî (32 salî) ji aliyê malbata xwe ve hat kuştin û cenazeyê wê jî hat şewitandin.

Herwiha hat eşkerekirin, ew jin, dayika sê zarokan bû, piştî ku pêwendiya wê bi zilamekî din re eşkere dibe, ji aliyê hevjînê xwe ve tê berdan lê piştî ku dibe rojeva xelkê, bav û birayê wê, bi behaneya parastina namûsa xwe wê dikujin û dişewitînin.