Li Batmanê jinekî ji aliyê mêrê xwe yê berê de hat kustin

26 August 2020 00:32 0 dîtin
Li Batmanê jinekî ji aliyê mêrê xwe yê berê de hat kustin

PeyamaKurd- Li bajarê Batmanê jinekî ku ew û mêrê xwe hev berdabûn û xwediyê 2 zarokan bûn, ji aliyê mêrê xwe yê berê de bi demançê hat kuştin. Jina bi navê M.D. ya 21 salî, di rê de diçû û zilamê wê yê berê wê bi erebê wê şopand. Piştî demekî zilamê bi navê E.T. bi demançê li jina xwe ya berê da û wê ji serê wê û sitûyê wê birîndar kir.

Kesên li der û dor bûn, jinikê birin nexweşxanê lê jinik li nexweşxanê can da. Kujer di demekî kurt de ji aliyê polîsan de hat desteserkirin. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.