Li Amedê komxebata 'Tora Ziman û Çandan' hat lidarxistin

24 November 2019 18:48 0 dîtin
Li Amedê komxebata 'Tora Ziman û Çandan' hat lidarxistin

PeyamaKurd -  45 nivîskar, rewşenbîr û kesayetên ji bîr û bawerîyên cuda li Amedê komxebata yekem a avakirina Tora Ziman û Çandan li dar xist.

Di civîna doh 23yê Mijdara 2019an hate kirin de, biryara berfirehkirina Tora Ziman û Çandan û pêkanîna komxebateka berfirehtir standin. Di civînê de bangewazî hat kirin ku hemû derdor beşdarî komxebatê bibin û malbat jî hatin raxnekirin ku zarokên xwe fêrî Kurdî nakin.

Di yekem civîna komxebatê de ji bo birêvebirina xebatan û amadekarîya komcivîna berfireh sekreteryayeke ji 7 kesan pêk tê, hat hilbjartin.

45 kesên beşdarî komxebatê bûn ev in:

Abdullah Keskin, Ahmet Turk, Berfîn Emektar, Bunyamin Şeker, Cemil Kocgiri, Cevahir Sadak Duzgun, Denîz Gunduz, Emin Aktar, Eren Keskin, Eslixan Yildirim, Ferda Cemiloglu, Fuat Onen, Hidir Karataş, Hiznî Haco, Îlham Bakir, Îmam Taşçier, Îsmaîl Beşîkçî, Kadrî Yildirim, Kazim Oz, Mehmet Bayrak, Memet Atli, Memet Sezer, Mevlut Aykoç, Mikail Bulbul, Mine Karakaş, Mustafa Borak, Nesip Gultekin, Nevin İl, Omer Fîdan, Osman Akyil, Osman Ozçelîk, Omer Şahin, Rênas Jiyan, Riza Polat, Roza Metîna, Rugeş Kirici, Samî Tan, Selîm Temo, Şefîk Beyaz, Şerko Kanîwar, Tarik Ziya Ekincî, Vedat Yildirim, Yusuf Begtaş, Zana Farqînî, Zekî Gurur. 

Daxuyanî û bangewaziya Tora Ziman û Çandan ku biryara komxebatên xwe bidomînin jî wiha ye:

“Netewesazîya tirk a ku li ser yekperestiyê ava bûye ji bilî ziman û çanda tirkan ji çand û zimanên din ra mafê jiyanê nahêle. Bi vê polîtîkayê dixwazin rasteqînîya welat û miletê kurd bi pişaftinê çand û zimanê kurdî ji holê rakin. 

Qonaxa dawîn a polîtîkayên bişaftinê di hişmendiya civaka Kurd a parastin, geşkirina ziman û çanda Kurdî da qelsîyek pêk anîye.  

‘Malbat zimanê dayikê fêrî zarokên xwe nakin’

Civak hêdî hêdî ji ziman û çanda xwe bi dûr dikeve. Malbat, zarokên xwe hînî zimanê xwe nakin û ev yek jî xetereya li ser tunebûna zimên zêdetir dike.  

Li dijî vê plansazîya bişaftinê, pêdivî bi plansazîyeka parastin, geşkirina ziman û çandan, amadekirina nexşeyerêyeka zimanî û çandî û meşandina xebateka hevpar heye. Li ser vî esasî em kesên ku wekî avakarên Tora Ziman û Çandan di vê komxebatê da cih digirin, van daxwazên xwe arasteyî raya giştî, kes û sazîyên têkildar dikin: 

Em wekî beşdarên vê komxebatê radigihînin ku vê polîtîkaya yekperest qebûl nakin û em ê li dijî vê aqlîyetê bi rê û rêbazên demokratîk û rewa xebatê bikin. 

Em dixwazin kurdî û zimanên li Kurdistanê (siryanî, ermenkî, erebî û hwd.) wek fermî bên naskirin û bibin zimanên perwerdehîyê.  

Em bangî civaka kurd dikin da ku li ziman û çanda xwe xwedî derkeve, zarokên xwe bi zimanê dayikê perwerde bike û beşdarî xebatên parastin û geşkirina ziman û çanda xwe bibe. 

Em bangî sazîyên navneteweyî dikin da ku li hemberî zimankujî, çandkujîyê nerazîbûna xwe nîşan bidin, piştgirîya xebatên parastin û geşkirina ziman û çandên qedîm ên vê erdnîgarîyê bikin.  

Em bangî partîyên sîyasî dikin da ku ew xebatên xwe yên sîyasî bi kurdî bikin, ji bo parastin û geşkirina ziman û çandan, xwedî bernameyeke zelal bin û li gorî wê bernameyê xebatan bikin.  

Ji bo parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî, pêwîstî bi avakirina yekîtîya neteweyî heye. Xebatên ziman, çand û yekîtîya neteweyî dê hêzê bidin hevûdin.  

Em bangî hemû kes û sazîyên ku di warê çand û ziman da ked dane dikin ku beşdarî vê xebatê bibin da ku em bikarin bernameyeka xurt a parastin, geşkirina ziman û çanda xwe derxin û li gorî vê bernameyê xebateka domdar bimeşînin.”