Hevsaredarê Amedê: Qeyyûm ji bilî aboriyê qirkirina ziman û çandê jî pêk aniye

16 May 2024 12:45 0 dîtin
Hevsaredarê Amedê: Qeyyûm ji bilî aboriyê qirkirina ziman û çandê jî pêk aniye

PeyamaKurd - Hevşaredarê Parêzgeha Amedê Dogan Hatûn, diyar kir ku rêveberiya qeyûm ji bilî avahiya xizmetê ya şaredariyê, avahiya DÎSKÎ û Navenda Kongre û Çandê ya Sezaî Karakoç hemû mîratên cihi dewr kirine û got, “Parêzerên me xebatên xwe yên li ser van didomînin. “Em ê wan mîratan yek bi yek bistînin.

Hevşaredarê Parêzgeha Amedê Dogan Hatûn beşdarî merasîma 10emîn salvegera damezirandina Weqfa Mezopotamyayê bû. li Mala Îskenderpaşa hat lidarxistin bû. 

Di merasîma ku li Koşka Îskenderpaşa hat lidarxistin de Hevşaredar Hatun, balê kêşa ser pêkanînên qeyyûm ên  8 salên dawî yên şaredariyê û got: 

"Qeyyûm ji derûnî bigirin heta ziman, huner, çand û aborî ziyaneke mezin daye vî bajarî. Weke me aşkere kir; ziyana ku dane aboriyê ji sedî yekê ziyana ku dane ziman, çand, huner û jinê jî nîne. Meseleya qeyyûm, tenê talan û dizî nîne; weke sosret qirkirina ziman, çand û hunerê ye. Ji sedî 90ê polîtîkayên xwe bi vê mebestê meşandine.”