Li Amedê operasyon: 6 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku di encama operasyonên hevdem yên li navçeyên Amedê 6 kes bi tawanbariya propgandaya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kirine hatin desteserkirin.
Parêzgariya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên ewlehiyê bi hevaheniya Serokatiya Saziya Sîxuriyê li navçeya Pîranê ya Amedê operasyoneke hevdem pêk aniye.
Parêzgariyê da zanîn ku operasyonên ji bo desteserkirina 2 kesên din jî berdewam e.
Ji aliyê din ve hatibû diyarkirin ku li navçeya Pîrana Amedê hêzên ewlehiya Tirkiyeyê bi operesyonêkê bi ser çend navnîşanan de girtine û Hevserokê rêxistina Pîranê yê DEM Partiyê Mehmet Taşkin û 3 kesên din desteserkirine.
Taşkin û kesek din piştî karûbarên îfadeyê hatibûn berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin