Li Amedê qedexeya li ser 10 tax û gundan hat rakirin
PeyamaKurd - Li 10 tax û gundên navçeyên Licê, Hênê û Karazê qedexeya derve ya ka hatibû ragihandin, hat rakirin.
Parêzgariya Diyarbekirê roja 7ê Çileyê li demjimêr 6:00ê sibehê bi hinceta operasyonên ser PKKê qedexeya derketina derve ji bo welatiyan ragihandibû.
Parêzgariyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li demjimêr 24:00an qedexe hatiye rakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin