Li Amedê parêzgehê heya 20ê Gulanê qedexeya çalakiyan ragihand

16 May 2024 20:36 0 dîtin
Li Amedê parêzgehê heya 20ê Gulanê qedexeya çalakiyan ragihand

PeyamaKurd – Parêzgeha Amedê kirina çalakiyan heya 20ê Gulanê qedexe kir. Parêzgeh sedema qedexeyê; ji ber ku ‘hezkiroxên PKKê û grûbên redîkal dikarin nîzama heyî ya giştî li Amedê bixin talûkê’, nîşan da û biryarê da.

Wê li Amedê heya 20ê Gulanê civînên meydanê, civînên ciyên sergirtî û her cûre protestoyan qedexe kir. Li gor ragihandina parêzgehê; ji ber îro ji doza Kobaniyê ya di 6-8ê Cotmeha sala 2014an de qewimîbû, celsa darazê li dadgeha 22em ya cezayê giran ya Ankara biryarê da ku çalakiyan qedexe kiriye.

Parêzgeh ji ber sedema jorê, civîn, meş, ragihandina çapemeniyê, rûniştin, mîtîng, vekirina stendan, belavkirina belavokan û broşuran, daleqandina afîşan û pankartan û tevgerên weka wan hatin qedexe kir.

Wisa xwuyaye ku haya parêzgeha Amedê ji encama darazê hebû ku biryara li jorê da.