Li bajarê Fransa li Clamartê heya 3 yê tîrmehê qedexeya derketina derve hat ragihandin
PeyamaKurd – Li Fransayê li ser ku xortekî 17 salî yê bi navê Nael M. ji aliyê polîs de hatibû kuştin, protesto destpêkiribûn û niha jî dewam dikin. Li ser dewamkirina protestoyan hukumeta Fransayê li bajarê Clamartayê heya 3 yê temmûzê qedexeya derketina derve ya di şevê de ragihand.
Li Franyê di çalakiyan de dibistanan, qereqolan dişewitînin û li ser bûyeran heya niha 150 kes xistine binçav û ji bo aramkirina bûyeran 40 hezar kes ji hêzên ewlehiyê hatin wezîfedarkirin. Ji wan hêzan 5 hezar jê li Parîsê hatine wezîfedarkirin. Li gelek bajaran di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derket. Çalakvan erebeyan dişewînin, nahêlin xizmetên gihandinê yên weka trên, tramvay û otobus baş bixebitin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro li wezareta karên navxwe tevlî civîna masa krîzê bû û ragihand ku bûyerên weha nayên qebûl kirin. Wezîrê karên navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin, li bajarê Mons-en-Baroeul ji bo çapemeniyê ragihand ku heya niha 170 polîs û cendirme di bûyeran de birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin