Fransa ji bo plana heya 2030 an wê 30 mîlyar Ewro veberhênanê bike
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku wê heya sala 2030 yê verberhênana bi miqdarê 30 mîlyar Ewroyî di seha endustriyê, teknolojiyê, nukleer û tenduristiyê de bike. Macron ragihandina xwe ya ji bo plana heya sala 2030 yê li Koşka Elysee yê di civîna çapemeniyê de kir.
Macron got ku pirsgirêkên ku Fransayê dîtiye, pirsgirêkên kêşûhewayê, hawirdorê, newekhevî û guherîna demografîke. Planê heya sala 2030 yê ji bo çareserkirina van pirsgirêkaye. Bi vê planê Fransa û Yekîtiya Awrûpayê dixwaze bibe serbixwe, welatê Fransa dixwaze nûhbûn çêbibe, aferîner be û xwediyê stratejiyeka îxracatê be û weha dewam kir:
“Ez nabêjim em ê di her sehayê de lîder bin ji ber em di nav reqabetê de ne. Lê divê em vekolin bê dikarin di kîjan sehayê de bibin lîder. Paşdemayîna me di hinek sehayan de ji bo me tehdîde û nikarin wan sehayan terk bikin. Ji 30 mîlyar Ewroyê 1 mîlyar ji bo nukleere, 2 mîlyar ji bo çandiniyê, 7,5 ji bo seha tenduristiyê û 6 mîlyar Ewro jî ji bo hilberîna elektronîkê dê bê serfkirin. Heya sala 2035 an emisyona xaza serayan wê %35 daxin.
Alavên ku hewayê gemarî dikin, em ê hêdî hêdî ji trafîkê derxin, heya 2030 yê dixwazin 2 mîlyon heb alavên elektronîk û hîbrît, balafirên emisyona wan kêm û ji bo nexweşîna seretanê û nexweşînên kronîk em dixwazin 20 dermanan hilberînin. Em dixwazin van veberhênanan bi Awrûpa re bikin û di vê mijarê de bi serokwezîra Almanya bi Angela Merkel re dest bi hevkariyê kiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin