Li Kolombiya ELN ji 6 ê Tîrmehê heya 3 yê tebaxê agirbesê ragihand

04 July 2023 22:12 0 dîtin
Li Kolombiya ELN ji 6 ê Tîrmehê heya 3 yê tebaxê agirbesê ragihand

PeyamaKurd – Rêxistina ELN ê ya Kolombiyayê ji 6 ê tîrmehê heya 3 yê tebaxê agirbesê ragihand. ELN got ku di çarçova agirbesa demkî ya ku bi hukumetê re îmze kirine, wê di rojên agirbesê de êrîşê ser artêşê û polîsan neke. Peyman di navbera hukumetê û ELN ê de li Kubayê ji bo 6 mehan hatibû îmzekirin.

Wê ELN li seranserê Kolombiyayê agirbesê birêve bibe lê eger hêzên dewletê êrîşê bibin ser ELN ê mafê wê heye ku bersiva wan bide.

Artêşa Kolombiyayê di 28 ê Hezîranê êrîş biribû ser ELN ê û 6 mirovên wan kuştibû lê ELN bersiveka tund dabû dewletê. Li ser mijarê wezîrê bergiriyê yê Kolombiyayê Ivan Velasques, li ser operasyonê daxwuyanî dabû û gotibû heya serokkomar peymanê îmze neke, dê artêş operasyonan dewam bike.