Li mizgeftên Hewlêrê heya 1 ê tîrmehê îbadet nayên kirin

18 June 2020 23:57 0 dîtin
Li mizgeftên Hewlêrê heya 1 ê tîrmehê îbadet nayên kirin

PeyamaKurd- Ode ya Operasyonê ya Hewlêrê ragihand ku li temamê mizgeftên nav bajarê Hewlêrê heya 1 ê tîrmehê, dê limêja înê û îbadetên din dê neyên kirin. Ev biryar yek ji biryarên bo pêşlêgirtina Kovid-19 ê ye.

Li gor biryarên nûh ji 19 ê tîrmehê siet 00:00 ê û pê de heya 1 ê tîrmehê wê her roj dukkan, market û ciyên kar serê sibê ji 05.00 ê dibe heya 22.00 ê şevê karibin vekirî bimînin. Rojên înê wê bazarên netewî û galerî vekirî nîn bin. Dermanxane ne di nava biryarê de ne.

Wê salonên sporê û fitnessan, hewzên avjeniyê, ciyên tûrîstîk, baxçe û park girtîbin. Kesên ku biryaran binpê bikin, wê ceza bo wan bên dayîn.