Li bajarê Dîlokê çûna nav daristanan heya 29ê Êlûnê qedexeye
PeyamaKurd – Bi sedema li deverên daristanî xelk dema diçe geryanê û ne miqateye ku nehêle agir bi daristanê nekeve, parêzgeriya bajarê bakûrê Kurdistanê ya Dîlokê (Entab) heya 29ê Êlûnê çûna xelkê ya nav daristanan qedexe kir.
Parêzgerê Entabê Kemal Çeper reagihandiye ku bi zêdebûna germê re heya niha li bajarê Entabê di daristanan de 64 şewat û di arazî de jî 523 şewat derketine.
Parêzgeh ji bo agir bi daristanan nekeve tedbîran sitendiye lê li deverên weke Dülükbaba, Burç û Yamaçtepe, parken xwezayî, İbrahimli, Erikçe, Belkıs, Oğuzeli û Kıraçtepe, di parkên daristanan de bi şertê ku manqel û agir vênexin, xelk dikare here wan deveran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin