Li Çewlikê çûna daristanan heya 10 ê cotmehê hat qedexekirin
PeyamaKurd – Li ser agir bi daristanên Çewlikê ket, parêzgeha Çewlikê ragihand ku biryarê dane heya 10 ê cotmehê çûna daristanan qedexeye. Parêzgeh ragihand ku ji bo berlêgirtina şewata daristanan vê biryarê sitendine.
Di daxwuyaniya parêzgehê de, di rêyên ku di daristan û dora daristanan de diçin, mola, pîknîk, manqel, semawer û vêxistina agir tev hatine qedexekirin. Her weha li temamê gundan şewitandina pirêzeyan, şaxên ji kesaxtina dar û baxçeyan dertên û şewitandina temamê giyayan hatiye qedexekirin.
Li jîngehên di nav daristanan de, di dawet û ahengên weka dawetê de fişekên hewayî, tiştên agir ji wan dertên, li tesîs û dezgeyên sanayiyê yên ku bandorê li daristanan bikin, wê temamê tedbîran bên sitendin.
Wê temamê şaredariyan û rêvebiriya taybet ya bajêr, ciyên ku gilêş li wan tên komkirin, wê banda parastinê deynin dora wan ciyan û li hemberê îhtîmala agirvêketinan, makîneyên îş her wext amade bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin