Li Mêrdîn û Sirnexê heya fermaneka dinê çûna daristanan hat qedexekirin
PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarên Mêrdînê û Şirnexê heya agahdariyekî duyem çûna daristanan hat qedexekirin. Parêzgeha Mêrdînê ragihand ku pêwendî bi kontrola çûnûhata daristanê çêbûye û biryareka weha dane. Xelk dê tenê karibe here ciyê pîknîkê û mesîreyan. Kesên di karê daristanan de dixebitin dê bi kontrol karibin kerin ser karên xwe. Biryar dê li bajar û navçeyan ji aliyê şaderaryan de bê belavkirin. Li gunda ji aliyê muftuyan de bê ragihandin.
Li bajarê Şirnexê heman biryar hat dayîn û kesên karên wan di xebata li daristanan hebin dê agahiyê bidin rêvebiriya daristanê û tenê dê xelk karibe here ciyên pîknîkê û mesîreyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin