Li Amerîkayê balafireke rahênanê ya leskerî ket xwarê
PeyamaKurd – Li Amerîkayê, li bajarê Fort Worth ê ser bi Wilayeta Texsasê, balafireke rahênanê ya leşkerî ket xwarê û di encamê de her du balafirvanên wê birîndar bûn.
Her du balafirvanan, xwe ji balafirê avêtine berî ku bikeve û birîndar bûne, pişt re balafira wan li navçeya Lake Worth li nav malan ketiye xwarê, lê ti zerarên canî çênebûne.
Fermandariya Rahênanên Esmanî ya ser bi Hêzên Deryayî yên Amerîkayê diyar kiriye, balafira corê T45 Goshawk ku balafira rahênanê ye, sê kîlometre dûrî Bingehê Fort Worth a Leşkerî ketiye xwarê.
Herwiha hatiye belavkirin, her du balafirvan li nexweşxaneyê ne û çareseriyê werdigirin. Heta niha sedema ketina balafirê jî nehatiye zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin