Li Amerîkayê rewsa awarte hat ragihandin!

27 March 2023 11:30 0 dîtin
Li Amerîkayê rewsa awarte hat ragihandin!

PeyamaKurd – Ji ber tofana li eyaleta Mississippi ya Amerîkayê û derdora wê bû sedema wêraniyeke mezin û 26 kes mirin, rewşa awarte hat ragihandin.

Serokê Amerîka Joe Biden ji bo herêmê rewşa awarte ya federal ragihand.

Di roja duyemîn a bobelata xwezayî de dema tîmên rizgarkirinê di bin xirbeyan de li zindiyan digeriyan, gelê herêmê hewl dan ku tiştên xwe yên bi qîmet di nava xirbeyan de rizgar bikin.

Hat dîtin ku xelkê bajarokê Rolling Fork ku bi giştî kêmdahat in, ji bo li malên xwe ji nû ve bikaribin bijîn, têdikoşin.

Servîsa Neteweyî ya Meteorolojiyê bi raporkirina diyardeyên hewayê yên wek bahozekê agahî da ku bahozeke ku li Rolling Fork ket pileya 4 ji 5an bû û kêliyên ku leza wê di saetê da ji 300 kîlometroyan derbas bû hat tesbîtkirin.

Dema ku rayedarên Ajansa Rêvebiriya Lezgîn a Federal (FEMA) arîkariya xwe ya giştî li ser medyaya civakî parve kirin, parêzgarê Komarî yê Mississippi Tate Reeves got, "Mixabin, hewaya potansiyel xerabtir li Mississippi tê ber me."