Li Arjantînê yekem car serokekî rastgirê lîberteryen hat hilbijartin

20 November 2023 18:57 0 dîtin
Li Arjantînê yekem car serokekî rastgirê lîberteryen hat hilbijartin

PeyamaKurd – Di hilbijartinên seroktiyê yê welatê Arjantînê de ku roja Yekşemê hatin kirin de, rastgir û ekonomîstê lîberteryen Javîer Mîleî yê “anarko-kapîtalîst” wek serokê Arjantînê hate hilbijartin.

Mileî bi rêjeya ji sedî 55.95 bû serokê Arjantînê û li hember hevrikê xwe Sergio Massa 11 pûan zêdetir wergirt ku Massa jî ji sedî 44,04ê dengan bi dest xistin.

Wê Mîleî (53) 10ê Kanûnê li şûna Alberto Fernandez weke serokkomarê nû yê Arjantînê dest bi kar bike û soza ji nû ve avakirina Arjantînê dide.

Javier Milei beriya were hilbijartin gotibû, ew dê banka navendî ya welat asê bike û yekem serdana xwe jî bo Îsraîlê bike.