Hilbijartinên Awûstûryayê: Rastgirên tund cara pêsî dibin partiya yekem
PeyamaKurd - Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên Axûstûryayê rastgirên tund di Parlamena Axûstûryayê de dibin partiya yekem.
Li gorî encamên destpêkê Partiya Azadî ya rastgira tund a li Awûstûryayê serkeftineke dîrokî ya hilbijartinên giştî bi dest xist û partiya di bin serokatiya Herbert Kickl de jî, ji sedî 29,1ê dengan stand.
Sekreterê Giştî yê Partiya Azadî Michael Schnedlitz li ser encamên destpêkê got: "Jin û mêrên Awûstûryayê îro dest bi nivîsandina dîrokeke nû kirin."
Partiya Gel a Kevneşop ji sedî 26,2yê dengan wergirt, lê belê tevî vê serketina hilbijartinan jî egera partiya rastgira tund hikûmetê ava bike zehmet e.
Partiya Gel a Kevneşop ku di rêza duyemîn de cih digire, red dike ku beşdarî hikûmetek bi serokatiya Herbert Kickl bibe.
Hevrikê sereke yê Kickl, serokwezîrê niha Karl Nehammerê Partiya Gel (ÖVP) jî di derbarê encamên destpêkê de got: "Ne pêkan e ku bi kesekî ku teoriyên komployê diparêze re hikûmetek bê damezirandin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin