Li Îngilîstanê di xwepêsandanên rastgirên tund de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin

04 August 2024 18:36 0 dîtin
Li Îngilîstanê di xwepêsandanên rastgirên tund de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Li Îngilîstanê, di xwepêşandanên komên rastgirên tund de, di navbera xwepêşander û polês de pevçûn derketin.

Di xwepêşandanên ku piştî roja duşemê di hêrişeke bi kêrê ya li bajarê Southportê ya li bakur-roavayê Îngilîstanê derket de 3 keç hatin kuştin destpê kirin, li seranserê welêt belav bûn.

Piştî ku xwepêşandanên rastgirên tund destpê kirin, komên dij-nîjadperest jî di dawiya hefteyê de li dijî komên rastgirên tund ên ku li ser medyaya civakî gotegotên ku hêrişkar "koçberekî misliman e" belav kirin, daketin qadan.

Di xwepêşandanên ku tevahiya hefteyê dom kirin de zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin û bi dehan polês jî birîndar bûn.

Roja şemiyê li Hull, Liverpool, Bristol, Manchester, Stoke-on-Trent, Blackpool û Belfastê di xwepêşandanên dij-nîjadperestan de bûyerên wekî hêrişên li dijî polêsan, talankirina dikanan û avêtina kerpîçan ên xwepêşandanên rastgirên tund de hatin protestokirin.

Serokwezîr: Polês erka xwe pêk tîne

Roja Yekşemê, xwepêşanderan li Bolton, Southport, Middlesbrough û Rotherhamê barîkatên polêsan şikandin.

Serokwezîrê Îngilîstanê Keir Starmer li ser aloziyên li gelek bajaran rû dan, bi wezîran re hevdîtinên lezgîn kir.

Starmer piştî hevdîtinan bi daxuyaniyekê got: “Wek hikûmet em piştgiriya tam didin hêzên polês. Polês, li dijî tundrewparêzên ku hewl didin tovên dijminahiyê biçînin û bi tirsandinê raya giştî têxin bin bandora xwe, erka xwe pêk tîne.”