Bîlançoya dawî xwepêsandanên Bexdayê: Zêdetirî 100 sivîl û 25 lesker…

31 July 2022 16:38 0 dîtin
Bîlançoya dawî xwepêsandanên Bexdayê: Zêdetirî 100 sivîl û 25 lesker…

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê li ser xwepêşandanên doh 30yê Tîrmehê yên alîgirên Tevgera Sedir li Bexdayê pêk hatin, daxuyanî da.

Wezareta Tenduristiya Iraqê bîlançoya xwepêşandanan eşkere kir û ragihand, zêdetirî 100 kesên sivîl bi birîndarî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Herwiha hat diyarkirin ku 25 jî leşker birîndar bûne û saziyên dewletê û tenduristiyê ji bo tedawiya birîndaran seferber bûne.

Li ser banga Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir, roja Yekşemê li Devera Kesk a Bexdayê li dijî Çarçoveya Hemahengiyê ya şîeyên nêzîkî Îranê bi deh hezaran kesan xwepêşandan kiribû û careke din ketibûn nav parlamentoyê û mangirtin dabûn destpêkirin.