Iraq | Alîgirên Sedr vekisiyan, xwepêsandanên Bexdayê bidawî bûn

30 August 2022 20:26 0 dîtin
Iraq | Alîgirên Sedr vekisiyan, xwepêsandanên Bexdayê bidawî bûn

PeyamaKurd  - Li ser bangewaziya Rêveberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr alîgir û çekdarên girêdayî Tevgera Sedr, ji Herêma Kesk û saziyên dewletê yên li Bexdayê vekişiyan û xwepêşandanên ku zêdetirî mehekê ye berdewam dikin bidawî bûn.

Muqteda Sedr, îro 30yê Tebaxê piştî bûyerên li Bexdayê û kuştina zêdetirî 25 kesan li devera Henane ya bajarê Necefê li ser rewşa dawî ya Iraqê û aloziyên du rojên dawî civîneke rojnamevanî li dar xist û bang li alîgirên xwe kir, heta 60 xulekan terka Herêma Kesk a Bexdayê bidin û dawî li xwepêşandanan bînin.

Piştî banga Sedr ku aliyên siyasî yên Iraq û Kurdistanê pêşwazî lê kirin, alîgirên Sedr heta îro danê êvarê ji kolanên Bexdayê vekişiyan malên xwe û dawî li xwepêşandanan anîn.

Muqteda Sedr doh 29ê Tebaxê piştî daxuyaniya xwe ya vekişîna ji siyaseta Iraqê, alîgirên Tevgera Sedr bi ser Herêma Kesk a Bexdayê de girtibûn û di encama şer û pevçûnên çekdarên girêdayî Sedr û milîsên Îranî yên Çarçoveya Hemahengiyê de, 25 kes hatibûn kuştin û 380 kes jî birîndar bûbûn.

Bi bangewaziya îro ya Muqteda Sedr re dawî li alozî û tundûtujiya du rojan dom kir hat.