Xwepêsandarên Iraqê û alîgirên Sedr pev çûn

05 February 2020 21:38 0 dîtin
Xwepêsandarên Iraqê û alîgirên Sedr pev çûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh di xwepêşandanên Iraqê de, xwepêşander û alîgirên Bizava Sedr (Muqteda Sedr) pev çûne û hêzên ewlekariya Iraqê jî ketine navberê.

Li gorî medya erebî, piştî kuştina xwepêşanderekî doh 4ê Sibatê li qadên xwepêşandanan ên bajarên Iraqê rewş di navbera xwepêşandêran û alîgirên Muqtada El-Sedr de aloz bûye.

Li gorî zanyariyan li bajarê Dîwaniyê rewş veguheriye pevçûna navbera xwepêşanderan û alîgirên El-Sedr ku hêzên ewlehiyê ketine navberê.

Herwiha xwepêşandêran jî li dijî Sedr û hikûmeta Iraqê û Îranê diruşme qerîyane.

Hêjayî bibîrxistinê ye, xwepêşanderên Iraqê erkdarkirina Mihemed Tewfîq Alawî bo avakirina hikûmeta demkî red dikin ku hevpeymanên Sedr û Fetih piştevaniyê didinê.