Di hilbijartinên Fransayê de rastgira tundrew 'Yekîtiya Neteweyî' li pês e

30 June 2024 23:30 0 dîtin
Di hilbijartinên Fransayê de rastgira tundrew 'Yekîtiya Neteweyî' li pês e

PeyamaKurdi –  Li gorî daneyên destpêkê yên hilbijartinên Fransayê, rastgira tundrew Partiya Yekîtiya Neteweyî yekemîn e û rastgira navendî ya di bin serokatiya Serokkomar Emmanuel Macron jî sêyemîn e.

Gera yekemîn a hilbijartinên giştî yên pêşwext ên Fransayê temam bûn. Serokkomar Emmanuel Macron, piştî hilbijartinên 7ê Pûşperê yên Parlamentoya Ewropayê (PE) ku di encamê de partiya rastgira tundrev a Mîtinga Neteweyî (RN) bi ser ket, bi awayekî sosret Parlamena Neteweyî belav kir û biryara hilbijartinên Parlamenê da.

RN di gera yekem a hilbijartinê de ji sedî 34,1 dengên derbasdar bi dest xist. Hevpeymaniya partiyên çep ku di bin navê Eniya Gel a Nû de bi hev re ketin hilbijartinê da ku bloka rastgirên tund bişkênin, ji sedî 29,1ê dengan standin, Hevpeymaniya partiyên navendî yên piştgirî didin Serokkomar Macron jî ji sedî 21,5an derbas nebûn. Partiya Komarparêz (LR) ya ku bi meyldariya rastgiran ve girêdayî ye, di rêjeya ji sedî 10,2 de ma.

Seroka rastgir a rastgirên tundrew Marine Le Pen piştî aşkerekirina encaman di axaftina xwe ya destpêkê de got ku "bloka alîgirên Macron bi tevahî têk çûye."

Le Pena ku di gera yekemîn de bi wergirtina ji sedî 50yê dengan li herêma ku lê bûbû namzet hat hilbijartin, di tûra duyemîn de ji hilbijêran daxwaza piraniya mîsoger a parlamentoyê kir û got: “Serokê RN Jordan Bardella amade ye ku bibe serokwezîr.”

Serokomar Macron jî ji bo gera duyemîn a 7ê Tîrmehê, banga dengdana namzedên komarxwaz û demokrat kir.

Serokê Partiya Çep a Radîkal a Fransayê (LFI) Jean-Luc Melenchon jî got: “Encamên hilbijartinê şikestina Macron, berendamên wî û piraniya partiyên ku piştgiriyê didin wî ye.”

Melenchon bang kir ku li herêmên ku namzedên wan di gera duyemîn de neyên hilbijartin, piştgirî bidin namzetên partiyên din ên li dijî rastgirên tundrew in.

Payînên yekem ên gera yekemîn diyar dikin ku di dawiya gera duyemîn de, RN wê bibe xwedî 240-270 parlamentan, hevpeymaniya çep wê bibe xwedî 180-200 parlamentan, partiyên navendî bibin xwedî 60-90 û Komarparêz jî bibin xwedÎ 30-50 parlamentan.