Li bajarê Muglayê zava li mala xezûran hat xezebê: 3 kustî û 2 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Muğlayê li navça Fethiyê zava Özcan A. li xezûr û xesûwa xwe û di wê wextê de, kesê ku hewza vîllayê paqij dikir kuşt û 2 kesan birîndar kir.
Navbera Özcan A. û mala xezûrê wî nexweş bû. Özcan A. li taxa Kayaköyê li xezûrê xwe yê bi navê Şükrü Aysu (53) û xesûya xwe Adile Aysu (52) di mala wan de bi demançê li wan xist. Di vîllayê de kesê bi navê Muhammet Akbaba jî paqijiya hewzê dikir, li wî jî xist. Akbaba birin nexweşxanê lê ew jî li nexweşxanê mir.
Hat ragihandin ku Özcan A. di vîllayekî dinê de du kesên bi navên Esat Ulu û Serdar Genç birîndar kiriye û dermankirina wan di nexweşxanên navçê de dewam dike.
Êrîşek Özcan A. li taxa Foçayê di nav daristanê de ereba xwe veşartibû û piştî li ereba xwe siwar bû, polîs wî xist bin çav û bir baregeha asayîşa navçê. Sitendina îfadên wî dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin