Li bajarê Bedlîsê rêyên 580 jîngehan hat girtin
PeyamaKurd-Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Bedlîsê rêyên 580 jîngehan bi sedema barîna berfa zêde hatin girtin. Li nav bajarê Bedlîsê qaliniya berfê ji 1,70 metreyê derbas bû. Li gunda bi taybetî li ciyên bilind qaliniya berfê ji 2 metreyî derbas bû.
Li navenda bajêr erebe û xaniyên yek qat di bin berfê de mane. Beşa Xizmetên rê ya Rêvebiriya taybet ya bi ser parêzgehê ve ragihand ku bi sedema barîna berfa zêde, rêyên 287 gundan û 293 mezrayan niha ji berfê hatine girtin û 9 şantiyên wan hene ku bi 90 xebatkaran ve xebatê dikin. Li gor pêdiviya bilez, rêyên gund û mezrayan bi dor tên vekirin.
Rêvebirên meteorolojiyê dibêjin ku wê heya roja duşemê bi navber wê barîna berfê dewam bike. Parêzgeriya Bedlîsê xelkê hişyar dike ku jîngehên meyil lê zêdene bila xelk haya xwe li xwe bike da aşît neyên bi ser wan de û erebeyên rêwîne, bila zîncîrên dolabên (lastik) xwe lê bixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin