Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê qeza çêbû: 16 kesan can dan
PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê qeza çêbû û di encamê de, 16 kesan can dan û 22 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, li ser rêya Edene û Dîlokê otomobîlekê qeza kir, pişt re otobuseke rêwiyan li cihê bûyerê li ambûlans û wesayîta agirkujiyê û wesayîta weşana zindî ya Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (IHA) qelibî.
Parêzgarê Dîlokê Davut Gul li cihê bûyerê eşkere kir, 16 kesan di bûyerê de can dan, ku ji wan 4 kes karmendên agirkujiyê, 2 kes karmendên tendirustiyê û 2 kes rojnamevan in.
Herwiha hat ragihandin, piştî bûyerê gelek ambûlans û tîmên polîsan gihîştin cihê bûyerê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin