Li bajarê Entabê bi gumana ku endamê PKK/KCK-PYD/YPGê ye kesekî hat zîndanîkirin

20 January 2024 19:02 0 dîtin
Li bajarê Entabê bi gumana ku endamê PKK/KCK-PYD/YPGê ye kesekî hat zîndanîkirin

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Dîlokê (Entab) tîmên cendirmeyan di wexta li ser sînor dewriye digeriyan, xortekî ku dixwest sînorê aliyê Sûriyê derbas bike û here bakûrê Kurdistanê, li ser sînor girtin.

Li gor ragihandina serdozgeriya Entabê; xortê hatiye girtin yê bi navê U.C. berê bi çekdarî di nav refên KK/KCK-PYD/YPGê de bûye. Kesê navborî piştî derdixin dadgehê, dadger biryara şandina zîndanê jê re dide.