Li bajarê Îdira Bakurê Kurdistanê xeta gaza sirustî teqiya: 4 kes birîndar bûn

29 August 2020 13:01 0 dîtin
Li bajarê Îdira Bakurê Kurdistanê xeta gaza sirustî teqiya: 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Li Îdira Bakurê Kurdistanê makîneya kar xeta gaza sirûştî teqand û  di encamê de 4 kes ji ber teqînê birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, makîneyeke kar a di navbera Îdir-Agiriyê dixebitî, bû sedema xeta boriya gaza sirûştî biteqe.

Ji ber teqîna xeta boriya ku pêwîstiya gaza sirûştî ya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Îdirê û Balafirxaneya Îdirê pêk tîne, çar kesên li wê derê  birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hatin veguhestin. Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.

Waliyê Îdirê Huseyîn Engîn Sariîbrahîm û şanda pê re çûn cihê bûyerê û li herêma bûyerê lêkolîn kirin.

Di derbarê bûyerê de, lêpirsîn hate destpêkirin.