Li bakurê Babîlê teqîn: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di teqîna ku li bakurê Babilê pêk hat de kuştî û birîndar hene.
Li gorî zanyariyên destpêkê ku ketine destê me, teqîneke tund li bakurê bajarê Babilê rû daye ku heta niha sedema wê ne diyar e. Di êrîşa li dijî çeperên Heşda Şeibî yên Iraqê de 7 endamên Heşdî Şeibî jiyana xwe ji dest dan.
Di nûçeyên çapemeniya Iraqê de hat ragihandin ku li herêma Carf Saxir çepereke Heşdî El Şeebî hatiye bombekirin.
Ji ber ku tîmên hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê, tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.
Medya Îraqî ragihand ku rewşa hinek ji birîndaran giran e.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Parêzgarê Babilê Ednan Feyhan ji tîmên pizîşkî û hawarçûnê re ferman daye ku di zûtirîn demê de birîndarên Heşdî Şeibî derman bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin