Li Idlibê teqîn pêk hat: Kustî û birîndar hene

20 February 2025 14:26 0 dîtin
Li Idlibê teqîn pêk hat: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê SANAyê ragihand ku di encama teqînekê de li devera El-Neyrabê ya nêzîkî Idlibê 3 sivîlan can da.

Di wê daxuyaniyê de ku ji aliyê Walîtiya Helebê ve jî hat dayîn, hat ragihandin ku di encama teqînê de 3 kesan jin, mêr û zarokekî canê xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku ji ber teqînê ziyaneke mezin gihîştiye malên li El-Neyrabê û bûye sedema tirsê.