Li Silopiyê teqîn: Kustî û birîndar hene

12 August 2024 17:00 0 dîtin
Li Silopiyê teqîn: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd - Li navçeya Silopî ya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, li ser rêya li quntara Çiyayê Cûdiyê teqîn çêbû.

Li gorî hin zanyariyan minîbuseke rêwiyan bûye armanca roketê. Hin çavkanî jî didin xuyakirin ku bombeyeke vedayî bi minîbûsê de teqiyaye.

Di encama êrîşê de li gorî agahiyên destpêkê kesekî can daye, herî kêm 8 kes jî birîndar bûne.

Medya Tirk jî radigihîne ku êrîş ji aliyê endamên PKKê ve hatiye kirin. Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî hatine veguhestin.