Li Idlibê di depoya top û mayînan de teqîn: 3 kustî û 6 birîndar hene
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Idlib a Sûriyê, di nava depoyeke çêkirina top û mayinan a komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, teqîneke mezin çêbû.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku teqîn li nêzî kampa Firûsiyê ya li herêma El-Fûaa ya bakurê rojhilatê Idlibê di depoyeke çêkirina top û mayinan a girêdayî komeke çekdar de rû daye.
SOHRê daye xuyakirin ku di encama teqînê de, 2 çekdar û welatîyekî li cihê bûyerê can dane û 6 kesên kampana penaberan jî birîndar bûne.
teqîneke tund pêk hat.
Herwiha SOHRê, bal kişandiye ser, îhtimala ku teqîn ji ber êrîşeke asmanî pêk hatibe heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin