Li Bakurê Kurdistanê pileya germê hîn zêdetir dibe
PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya saziya keşnasiyê ya Tirkiyeyê, li bajarên Bakurê Kurdistanê, pileya germê derdikeve ser germahiya demsalê û heta 6-10 pileyan jî zêdetir dibe.
Li gorî pêşbîniyan dê pileya germê li Mereşê 35-40, li Sêwasê 37-39, li Xarpêtê 37-42, li Diyarbekir 41-44, li Semsûrê 39-43, li Rihayê 38-44, li Batmanê 42-45 û li bajarê Şirnexê 38-40 pileyan bibîne.
Herwiha saziya keşnasiyê ji ber germa zêde ya havînê hişyarî da hemwelatiyan ku bi taybet yên nexweş nava rojê li demjimêrên 11:00-16:00 dernekevin derve û bi tedbîr tevbigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin