Li balafirgeha New Jersey ê nahêlin ku balafir xwe deynin an rabin

29 June 2019 18:45 0 dîtin
Li balafirgeha New Jersey ê nahêlin ku balafir xwe deynin an rabin

PeyamaKurd- Li Amerîkayê li balafirgeha New Jerseyê ya bi navê Newark Liberty ê, bi sedemeka ku nehatiye aşkerakirin, rêvebirên balafirgehê nahêlin ku balafir rabin an xwe deynin.

Rêwiyekî bi navê John Murray bo televizyona CNN Internationalê radigihîye ku balafira dê biçûya New Yorkê, piştî 10 deqe li hewa firiyaye, car din bi paşde hatiye. Paşî xwe daniye balafirgeha Newarkê û tîmên lezgîn yên rewşa awarte wan ji balafirê derxistine derve.

Di demên pêşiya me de dê sedema vê bûyerê bê aşkerakirin.